11 Tebax 2017•Rojanekirin: 12 Tebax 2017
ANKARA
Di operasyonên ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) hefteya dawîn birin ser PKKya rêxistina terorê da bi tevahî 32 terorîst hatin berterefkirin.
Sererkaniyê der barê bûyerên ku vê hefteya dawîn qewimîn û têkoşîna dijî PKKya terorê da agahî da.
Li gor vê operasyonên ji bo berterefkirina terorîstan, îmhekirina sitargehên wan û birîna rêyên wan li Hekarî, Şirnex û Mêrdînê dabûn destpêkirin dewam dikin.
Di vê çarçoveyê da di navbera 3 û 10ê tebaxê da li Încebel, Çiyayê Katoyê, Budak û Çiyayê Nimêjê yên herêmên Beytşebaba navçeya Şirnexê, Yuksekovaya navçeya Hekariyê, Midyad û Nisêbîna navçeyên Mêrdînê di operasyonan da 32 terorîst hatin berterefkirin.
- Depo, şikeft, kozik û sitargehên ku hatin îmhekirin
Di operasyonan da 10ê wan tivingên piyadeya bi tevahî 19 sîlah, 42 kîlo amûrên şewatê, 25 kîlo TNTya qalibê texrîbê, 40 kîlo teqemeniya C-4ê, 3 kîlo C-3, 140 kîlo amonyum nîtrat, 15 fîşengên rokêtavêjan, fîşengeke sewqê ya rokêtavêjan, 12 bombeyên desta, pergaleke teqemeniyê, fîşengeke bombeavêjê, 26 funye, 5 hezar û 72 fîşeng, 4 tup û kabloyên ku pê teqemeniyê çêdikin, 15 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin hatin îmhekirin.
Di operasyonên TSKê da 13 depo, şikeft, kozik û sitargehên hatin îmhekirin. Li Çiyayê Nimêjê yê li Şirnexê pîkabeke dibêjin ew ê pê êrîşa wesayîta bombebarkirî bikirina û 2 terorîst hatin berterefkirin. Wek mayîn li Beytşebaba navçeya Şirnexê jî devê şikeftê hat teqandin û 5 terorîstên ku di şikeftê da bûn hatin kuştin.