Önder Beyter
11 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
ANKARA
Di operasyonên terorê yên ku li seranserê welat 4-11ê hezîranê hatin lidarxistin da 69 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di nava hefteya çûyî da di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî da ji aliyê yekîneyên Tevgera Taybet a Cendirmeyan, Tevgera Taybet a Polêsan û Komandoyên Cendirme va û herwiha ji aliyê unsûrên esmanî û bejayî yên Artêşa Tirkiyeyê va hezar û 683 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da bi îdiaya alîkarî û hewandina rêxistina terorê PKKyê va 234, bi îdiaya peywendiya bi rêxistina terorî DEAŞê ra 37, di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da 492, di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorî yên çep da jî 8 berşik hatin binçavkirin.
Di operasyonên plankirî da 771 ji ber sûcên terorê, 114 jê ji ber koça bêpergal û 3 hezar û 606 jê jî ji ber hişbir û sûcên qaçaxçîtiyê bi tevahî 4 hezar û 491 kes hatin girtin.
Di operasyonên ewlekariya navxweyî da 40 jê kuştî, 17 jê sax û 12 jê jî teslimbûyî bi tevahî 69 terorîst hatin berterefkirin.
Herwiha di operasyonên li Bitlîs, Wan û Diyarbekirê da 12 stargeh û şikeftên rêxistina terorê û herwiha 8 teqemeniyên destçêkirî û mayin hatin jinavbirin.
Ji xeynî vê, hêzên ewlekariyê 26 bombeyên destan, 2 jê fuze û 21 jê giran 24 çek û 4 hezar û 320 muhîmatên cur be cur bi dest xistin.
- Operasyonên hişbirê
Li dijî firoşkar û qaçaxçiyên hişbirê 2 hezar û 681 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da 228 kîlogram esrar, 209 kîlogram eroîn, 3,06 kîlogram kannabinoida sentetîk (bonzaî), 0,65 kîlogram metamfetamîn, 142 hezar û 974 hebên ectasy, 421 captagon, hezar û 122 eczayê sentetîk, 75 hezar û 14 serî kirkirk, 835 hezar û 311 pakêt cixareya qaçax û 98 ton û 504 lître sotemeniya qaçax hatin bidestxistin.
- Têkoşîna dijî koça bêpergal
Di çarçoveya têkoşîna dijî koça bêpergal da jî hezar û 638 jê li ser behrê bi tevahî 4 hezar û 191 kes hatin girtin, bi îdiaya ku organîzatoriya van kesan kirin jî 114 kes hatin binçavkirin.