Önder Beyter
11 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
ŞANLIURFA
Li bajarê Rihayê ku navendeke girîng a tûrîzma baweriyê ye, welatiyan bi minasebeta Şeva Leyletul Qedrê berê xwe dan mizgeftên li Binkeya Gola Masiyan a dîrokî.
Li bajarê ku wekî "Bajarê Pêxemberan" tê pênasekirin, ji welatiyan hinekan bi minasebeta Şeva Leyletul Qedrê ku di vê mehê da Qur'ana Kerîm ji Pêxember ra hatiye şandin û "ji hezar mehan xêtir" tê qebûlkirin, li Binkeya Gola Masiyan ku li gorî riwayetê Hezretî Îbrahîm lê jidayîk bûye, rojiya xwe vekirin.
Piştî fitarê welatî derbasî mizgeftan bûn û nimêja xwe kirin û guhê xwe dan Qur'ana Kerîm.
Piştî nimêja eşayê Midûriyeta Rihayê li Mizgefta Dergahê mewlîd da xwendin.
Li hemû mizgeftên bajêr bi minasebeta Leyletul Qedrê bernameyên taybet hatin lidarxistin û di dawiyê da jî cure cure tişt îkramî welatiyan kirin.
- Adiyeman
Li Adiyemanê bi hezaran kes ji bo îdraqkirina Şeva Leyletul Qedrê berê xwe dan Tirbeya Sefwan Bîn Muatal a li navçeya Samsatê.
Ji navçeyê û ji navenda Adiyemanê gelek kes beşdarî bernameya Şeva Leyletul Qedrê ya ku Miftîtiya Samsatê hersal li dar dixe, bûn.
Piştî tilaweta Qur'ana Kerîm, Cîgirserokê TBMMyê Ahmet Aydin axivî û got ku di vê dawiyê da ji Rojava li hemberî Misilmanan êrîş zêde bûne û wiha dewam kir, "Tu dibê qey êrîşa Xaçparêzan dane destpêkirin. Lewma Misilma jî li hemberî van divê bibin yek."
Dû ra bi hezaran kesî bi hev ra nimêj kir û piştî nimêjê jî dia kirin.
- Meletî
Li bajarê Meletiyê jî bi minasebeta Şeva Leyletul Qedrê ku di vê mehê da Qur'ana Kerîm ji Pêxember ra hatiye şandin û "ji hezar mehan xêtir" tê qebûlkirin, welatiyan berê xwe dan mizgeftan.
Li navçeya Darendeyê bi minasebeta Leyletul Qedrê welatî li Kuliyeya Somuncu Baba hatin cem hev, nimêj û dia kirin. Piştî nijêma eşayê ku qedera 3 hezar kesî kir, Riyê Şerîf vekirin ku gel ziyaret bike.
Mizgefta Somuncu Baba jî heta serê sibê vekirî ma ku welatî îbadetên xwe bikin.