11 Hezîran 2018•Rojanekirin: 11 Hezîran 2018
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê li ser Bestler-Derelera herêma Şirnexê û Xakurka herêma bakurê Iraqê du operasyonên esmanî kirin û di operasyonan da 9 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor agahdarkirina Sererkaniyê, di operasyonên ku li herêma Bestler-Derelera Şirnexê dewam dikin da 7 mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz bi operasyona esmanî va hatin berterefkirin. Hejmara terorîstên ku li herêmê di operasyonên esmanî da hatin berterefkirin derket 21an.
Di operasyona esmanî ya ku di 10ê hezîranê da li ser Xakurka herêma bakurê Iraqê hat kirin da jî hedefên ku terorîstan wek sitargeh, parêzgeh û kozikên çekan dixebitandin hatin îmhakirin, 2 terorîst jî hatin berterefkirin.