Abdullah Tel
13 Tebax 2016•Rojanekirin: 13 Tebax 2016
SÊWAS
Li Sêwasê di çarçoveya jêpirsîna der bera hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da polêsan operasyon bir ser maleka xwendekaran a FETOyê û li wir bot û cilê kamuflajê yê eskerî qefalt.
Ekîbên Midûriyeta Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê li Taxa Aydoganê operasyon birin ser mala G.Kyê berpirsê malên xwendekaran ên FETOyê ku ji Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Cumhuriyetê mezûn e û ew binçav kirin.
Hat ragihandin ku G.K hin eşyayên malê pêr di mezatê da firot û yên mayî jî li di odeyeka malê da kir koliyan. Ekîbên ku kolî vekirin dîtin ku cilên kamûflajê yên eskerî û bot jî hene. Di koliyên din da jî pirtûkên amadehiya zanîngehê, KPSSê, Qur’ana Kerîm û CD derketin.
Polêsan di têlefona G.K da bernameya "Asphalt 8 Airborne" ya ku endamên rêxistinê ji bo hay ji hev hebin bi kar tînin, tespît kir.
Ji ser G.Kyê ku tê îdiakirin "Abê" ye, mifteyên hin malê xwendekaran ên li Sêwasê derketin.
G.K û xanima wî S.K hatin binçavkirin.