31 Adar 2018•Rojanekirin: 01 Nîsan 2018
ANKARA
Sererkaniyê ragihand ku hefteya dawîn Artêşa Tirkiyeyê di operasyonên ku li Diyarbekir, Bedlîs, Mêrdîn, Bîngol û bakurê Iraqê hatin kirin da 90 terorîst berteref kir.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera Serekaniyê hat dayîn Artêşa Tirkiyeyê 24-30yê Adarê li Diyarbekir, Bedlîs, Mêrdîn, Bîngol û bakurê Iraqê dijî PKK/KCKya rêxistina terorê derket operasyonê.
Hat destnîşankirin di operasyonên 2 kes jê serkirde 90 endamên rêxistinê hatin berterefkirin.
Li gor agahiyan di operasyonan da çek, cebilxane û melzemeyên curbecur hatin qefaltin.
Di operasyonan da 67 teqemenî û 32 kozikên çekan, sitargeh, baregeh, depo û şikeftên endamên rêxistinê hatin îmhekirin.
Li gor agahiyan di operasyonan da 4 esker şehîd ketin û 10 esker jî birîndar bûn.