02 Mijdar 2018•Rojanekirin: 03 Mijdar 2018
ANKARA
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand di nav hefteya dawîn da di operasyonên li nav welêt û bakurê Iraqê da 124 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da hat destnîşankirin 26ê Cotmehê-1ê Mijdarê li Sêrt, Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Mûş û bakurê Iraqê dijî PKK/KCKya rêxistina terorê operasyon hatin kirin.
Hat destnîşankirin di operasyonên li nav welêt û bakurê Iraqê da 124 terorîst hatin berterefkirin.
Hat diyarkirin di operasyonan da 50 kozik, sitargeh û depo hatin îmhekirin û di operasyonan da eskerek jî birîndar bû.