13 Tebax 2018•Rojanekirin: 14 Tebax 2018
ANKARA
Li giştiyê welêt di operasyonên terorê yên ku di navbera 6-13ê tebaxê hatin kirin de 47 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî di nav hefteya dawîn de di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî da yekîneyên Tevgera Taybet a Cendirmeyan, Tevgera Taybet a Polêsan û Qomandoyên Cendirme, hêzên esmanî û bejayî yên Artêşa Tirkiyeyê 2 hezar û 218 operasyon kirin.
Di operasyonan da bi îdiaya alîkarî û hewandina rêxistina terorê PKKyê 128, bi îdiaya peywendiya bi rêxistina terorê DEAŞê ra 39, di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da jî 312 şikbar hatin binçavkirin.
Di operasyonan de jê 483 kes ji ber sûcê terorê, jê 124 kes ji ber koça bêdestûr û jê 3 hezar û 489 kes jî ji ber sûcên hişbir û qaçaxçîtiyê 4 hezar û 96 kes hatin girtin.
Hat gotin di operasyonan de jê 35 kuştî, jê 3 sax û jê 9 teslîmbûyî 47 terorîst hatin berterefkirin.
Hat ragihandin di nava terorîstên berterefkirî da Îbrahîm Çobanê ku navê wî yê kod "Atakan Mahîr" e û di nava Lîsteya Sor a Terorê de ye, Cumhur Sînan Oktulmuşê ku navê wî yê kod "Denîz Dogan" e û di nava Lîsteya Porteqalî ya Terorê de ye, Ahmet Dorakê ku navê wî yê kod "Şahîn Zaza" ye, Ceylan Bugana ku navê wê yê kod "Delîla Çiya" ye, Mahmut Laçînê ku navê wî yê kod "Ronî Munzur" e û Agît Kiliç heye.
Di operasyonên li Tuncelî, Hekarî û Bidlîsê da 3 stargeh û şikeftên rêxistina terorê û herwiha 7 teqemeniyên destçêkirî û mayin hatin îmhekirin.
Ji xeynî vê, hêzên ewlekariyê 160 kîlogram madeya teqemeniyê, 31 bombeyên destan, 3 jê fuze û jê 28 giran 39 çek û 329 muhîmatên cur be cur bi dest xistin.
- Operasyonên hişbirê
Li dijî firoşkar û qaçaxçiyên hişbirê 2 hezar û 725 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da tonek û 899 kîlogram madeya hişbirê, 7 hezar û 961 hebên hişbirê, 219 hezar û 759 serî kirkik, 355 hezar û 487 pakêt cixareya qaçax û 23 ton û 30 lître sotemeniya qaçax hatin bidestxistin.
477 şikbarên ku li kuçe û kolanan de hişbir difroşin jî hatin binçavkirin.
- Têkoşîna dijî koça bêpergal
Di çarçoveya têkoşîna dijî koça bêpergal da jî 308 jê li ser behrê bi tevahî 6 hezar û 567 kes hatin girtin, bi îdiaya ku organîzatoriya van kesan kirin jî 124 kes hatin binçavkirin.