24 Îlon 2018•Rojanekirin: 24 Îlon 2018
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di operasyonên navbera 17-24ê Îlonê da 33 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezaretê di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorê da di nav hefteya dawîn 2 hezar û 425 operasyon hatin kirin.
Di operasyonan da bi hinceta alîkarî/piştevaniya rêxistinên terorê kirine û bi rêxistinan ra têkildar in 677 jê ji ber sûcê terorê (PKK/KCK 1160, DEAŞ 34, FETO/PDY 478, rêxistinên çepkir 5), 3 hezar û 992 jê ji ber sûcên hişbir û qaçaxcîtiyê, 178 ji ber sûcê koçberiya bêdestûr, bi tevahî 4 hezar û 847 kes hatin binçavkirin.
Di nav hefteya dawîn da 33 terorîst (20 kuştî, 9 sax/birîndar, 4 teslîmbûyî) hatin berterefkirin.
Li 6 bajaran di operasyonan da 14 sitargeh û şikeft hatin xirabkirin.
Di operasyonan da 7 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin hatin îmhakirin. 12 bombeyên destan, 392 kîlo teqemenî,19 çekên lûledirêj û 14 hezar û 666 muhîmatên curbecur hatin bidestxistin.
- 753 kîlo hişbir hat bidestxistin
Li dijî hişbir û qaçaxcîtiyê jî operasyon hatin kirin û di van operasyonan da tevahî 753 kîlo û 96 gram hişbir, 339 hezar û 285 hebên hişbirê û 159 hezar û 771 serî kirkirk, 110 hezar û 731 lître mazota qaçax hat bidestxistin.
Ji bo ku xwendekar biewlehî herin dibistanên xwe û vegerin malên xwe li giştiyê welêt di navbera 17-24ê Îlonê da 62 hezar û 590 wesayîtên zarokan dibin dibistanê û tînin hatin kontrolkirin. Ji van 2 hezar û 113 wesayîtên ku li gor "Rêziknameya Wesayîtên Servîsê yên Dibistanan" tevnagerin ceza xwarin.
- Der barê 344 kesên propagandaya terorê dikin da kar û barên fermî hatin destpêkirin.
Der barê 344 kesên li ser medyaya civakî propagandaya terorê dikin, di nav gel da kîn, nefret û dijminatiyê belav dikin, heqaretê mezinên dewletê dikin, qesta yekîtiya dewletê û canê civajê dikin da kar û barên fermî hatin destpêkirin.
Ji hêla din jê 658 li behran bi tevahî 5 hezar û 979 koçberên bêdestûr hatin girtin.
178 kesên di koçberiya bêdestûr da ji koçberan ra organîzatorî dikin ku ew bên welêt û derjevin dervayî welêt jî hatin binçavkirin.