14 Tebax 2018•Rojanekirin: 15 Tebax 2018
HAKKARÎ
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got, "Nika di nav welêt da kêmzêde 790 terorîs hene. Ev reqema herî kêm a salên dawîn e. Em dizanin kî li ku derê di nav kîjan komê da ye."
Walî Cuneyît Orhan Toprak, Tumgeneral Metîn Tokelê Fermandarê Tumena 3yan a Yuksekovayê, Wekîlê Şaredar û Qaymeqamê Yuksekovayê Mahmut Kaşikçi, Mîrlîwa Ferdî Korkmazê Fermandarê Cendirmeyên Bajêr, Suleyman Suvat Dîlberogluyê Midêrê Ewlekariya Baêr û ezayên protokolê li Balafirgeha Selaheddîn Eyûbî ya Yuksekovayê li Wezîr Soyluyê ku ji bo hin temasan hat Hekariyê pêşwazî kirin.
Soylu bi firokeyê ji vê derê derbasî herêma baregeha Kalanayê bû û ji hewayê li ciyê ku lê Nurcan Karakayaya xanima eskerekî û Bedîrhan Mustafayê 11 mehî yê kurê wî hatibûn şehîdkirin lêkolîn kir. Soylu paşê derbasî baregehê bû û serxweşî da eskerên li wê derê wezîfeyê dikin.
Wezîr Soylu li vê derê axivî û got ku ew ê bi hev ra û bi biryardarî têkoşîna dijî terorê bidomînin.
- "Em ê biryardariya xwe bidomînin"
Soylu diyar kir ku rêxistina terorê di nav tengasiyeke mezin da ye, ber destê sibê li Qersê 2, li Tunceliyê 5 bi tevahî 7 terorîst hatin berterefkirin û wiha axivî:
"Mehmetcik, cendirme, polês û gundparêzên me têkoşîneke mezin didin. Têkoşînê rayê hemû dinyayê û Tirkiyeyê didin. Ji bo ku ziyaret bikim û ji fermandarên me ra bêjim derbasî be ez hatim. Em ê biryardariya xwe bidomînin. Hûn ji bo hizûr û aramiya gelê me li vê derê ne. Teror nikare bêhna xwe bide. Hemû hêzên me yên ewlekariyê operasyonan bi serkeftî dimeşînin."
Soylu got ku ji serê salê hetanî nika bi tenê 91 kes tevlî rêxistinê bûn û wiha pê da çû:
"Xêncî kesên ku me bi malbatên wan ra îqna kirin teslîm hildan 91 kes. Ev jî tê wê meneyê ku rêxistina terorê êdî nikare bi welatiyên me ra têkiliyê dayne. Ev tiştekî girîng e. Nika di nav welêt da kêmzêde 790 terorîs hene. Ev reqema herî kêm a salên dawîn e. Em dizanin kî li ku derê di nav kîjan komê da ye. Bi tevdîrên ku me hildane va em têkoşînê didomînin.
- Bi Serokomar Erdogan ra axivî
Soylu piştî daxuyaniy bi têlefonê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra axivî, selama wî da eskeran û der barê operasyonên vê sibê hatin kirin da agahî da.