Önder Beyter
14 Tebax 2018•Rojanekirin: 15 Tebax 2018
BITLÎS
Li navçeyên Bidlîsê Xelat û Elcewazê çinîna nokê ku bi alîkariya Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê hatibû ajotin, dest pê kir.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Fatîh Asak di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di encama dirûtinê da bi şêweyeke navînî ji serê dekarekê 150 kîlogram ber hat wergirtin ku heger mirov qenc lê binihêre, ev ber dikare derkeve 200 û 250 kîlogramî.
Asak bal kişand ku ew li ser xebatên xwe yên rêbazên nû yên çandiniyê berdewam in ku li zeviyên ku nayên avdan, dahat zêde bibe û wiha dewam kir, "Me projeya nokan li navçeyên xwe Xelat û Elcewazê da destpêkirin. Li ser 25 dekar erdî nok hat ajotin. Qedera 3 meh şûnda jî piştî ku gihîşt, nok hat dirûtin. Di encama çinînê da me dît ku ligel şert û mercên neyênî yên hewayê, ber baş e."