20 Tebax 2016•Rojanekirin: 22 Tebax 2016
DIYARBAKIR
Melayê Mizgefta Mezin a li Sûra navçeya Diyarbekirê Mehmet Saîd Yaz di xutbeyê da diyar kir ku berê car caran dora wan bi agir hatibû pêçandin lê nika welat di nav agir da ye û Xwedê wan diparêze.
Yaz got dibê muminek li hemberî zilmê wek temaşavan nesekine û wiha pê da çû:
"Erê neheqî heye û misliman bêdeng in. Qiyamet radibe ji tu kesî deng dernakeve. Wê çaxê tu heqê tune ku ji Xwedê tiştekî hêvî bikî. Xwedê dibêje 'hûnê rabin pêşî li zilmê bibirin. Ma hûn zeyîf in? Wê çexê ezê aliyê we bikim'. Li Diyarbekir, Elezîz, Wan û ciyên din bombe tên teqandin, wesayît tên teqandin. Zarok dimrin, parçe parçeyî dibin, jin, kal û pîr û sivîl dimrin."
"Dibe ku jin û zarên te jî ji wê derê ra derbas bibin"
Yaz diyar kir ku hin welatî di medyaya civakî da dibêjin "Rihma Xwedê li miriyan be û Xwedê şifayê bide birîndaran' û xutbeya xwe wiha domand:
"Şerm bikin, berteka we hema ev e, zimanê we qetiyaye, ji kê ditirsin? Çima di vê nivîsa xwe da nabêjin 'Xwedê li kesên ku ev bûyera kirin lenet bike, lenet be li wan. Xwedê belayê bide kesên ku zarok û jinan dikuje, wesayîtan diteqîne. Ma mislimantî ev e? Dibe ku jin û zarên te jî ji wê derê ra derbas bibin. Tu ça 10 ton teqemeniyê di nav misliman, welatî û hemnetewên xwe da diteqînî? Xwedê meriva nexe pêlîstoka zaliman."