Walîtiya Diyarbekirê diyar kir ku 2 polês û zarokek şehîd ketin, 8 jê polês 25 kes jî birîndar bûn.
15 Tebax 2016•Rojanekirin: 15 Tebax 2016
Diyarbakir
ANKARA
Walîtiya Diyarbekirê der heqê êrîşa terorî da daxuyanî da û diyar kir ku li gor agahiyên ewil 2 polês şehît ketin, zarokek mir, 8 jê polês 25 kes jî birîndar bûn.
Walîtiyê ragihand ku endamên PKKya rêxistina Terorê bi wesayîta bombebarkirî va di saet 13.10î da êrîş bir ser Amirtiya Îstasyona Teftîşa Trafîka Herêmî ya ser rêya Diyarbekir-Batmanê ku him wesayîtên taybet û him jî yên rêwîtiyê pir bikartînin.
Daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di teqînê da li gor tespîtên ewil 2 polês şehît ketin, zarokek mir, 8 jê polês 25 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar demildest rakirin nexweşxaneyên li herêmê."Hat diyar kirin ku êrîşkaran sivîlan jî kirin hedefa xwe û ji kesên mirin ra ef û mexfûret û ji yên mayî ra jî şîfa hat xwestin.