Abdullah Tel
07 Sibat 2019•Rojanekirin: 11 Sibat 2019
BITLÎS
Li Bidlîsê şêniyên gundan ên ku mehên payîzê li cihên bilind çiloyên darên beruyê berhev kirine niha jî bi xizangan her carê hinek ji wê çiloyê bo heywanên xwe tînin.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê demsala zivistanê bi zor û zehmetî derbas dibe û welatiyên li bajarê Bidlîsê jî dijîn di van rojên biberf da bo heywanên wan birçî nemînin hewl didin.
Şêniyên gundê Yogurtluya ser navçeya Hîzanê ku bi qasî 20 kîlometre dûr e ji bo heywanên xwe xwedî bikin tewdîrên xwe di mehên payîzê da hildidin.
Ew di rojên xweş ên payîzê da diçên cihên bilind ên lê dar û devî hene û çiloyê darên berûyê jê dikin û lod dikin. Di mehên zivistanê da jî piştî berf ket erdê û hewcedarî çêbû radikin xizangê xwe û ber bi lodên çilo va diçin.
Şêniyên gund piştî gelek zor û zehmetiyên di nav berfê da xwe digihînin lodên çilo û bi qasî têra heywanên xwe barî ser xizangê dikin û tînin nav gund.
Ji şêniyên gund Nezîr Karabaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew çiloyê dara beruyê didin heywanên xwe û bi guliyên ji ber heywanan dimîne jî dişewitînin.
Li herêma gundî diçin û çiloyê tînin ji ber berfa zêde talûkeya aşîtê heye lê gundî ji bo heywan birçî nemînin digel talûkeyê dev ji karê xwe bernadin.