28 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2018
IGDIR
Li Îdirê dijî ekîba Îdareya Taybet ya Îdirê ku li zozana bintara Çiyayê Agiriyê ji bona çêkirina xeta avê çûbûn bi bombe û çekan êrîşa terorê hat kirin û operastorê makîneya kar şehîd ket.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê ekîba Îdareya Taybet ya Îdirê ku Nurettîn Karadenizê operatorê makîneya kar jî di nav da tevî kamyoneta ku M.G. diajot û wesaîta ku makîneya kar lê barkirî bû û M.P. diajot ji bona çêkirina xeta avê çû Zozana Qorxanê ku li bintara Çiyayê Agiriyê ye.
Hat diyarkirin dema ekîb diçû terorîstan teqemeniya kiribûn rê teqandin.
Li gor agahiyan ji ber teqînê di kamyonetê da xisar çêbû û terorîstan gule berdan M.G. û M.P.yê ji wesaîtê peya bûn.
Piştî êrîşê M.G. û M.P.yê revîn bi saya esker û gundparêzan hatin dîtin û xilaskirin.
Hêzên ewlehiyê ji bona dîtina Nurettîn Karadenizê operatorê makîneya kar ku li ciyê bûyerê ma û berterefkirina êrîşkaran li herêmê derketin operasyonê.
Hat destnişankirin esker û ekîbên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Li gor agahiyan eskerên çûn ciyê êrîşê tesbît kirin ku Karadenizê operatorê makîneyê li ciyê bûyerê şehîd bûye.
Cinazeyê Karadeniz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.
Li herêmê operasyona dijî êrîşkaran dewam dike.