07 Mijdar 2016•Rojanekirin: 08 Mijdar 2016
ANKARA
Der heqê êrîşa terorê ya ku di 10ê cotmeha 2015an da li ber Gara Enqerê hat kirin da ji bo 36 kesan doz hat vekirin û celseya ewil a dozê li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqerê dest pê kir.
Cîgirserokê Grûba CHPê Ozgur Ozel, Parlementerên Enqerê yên CHPê Necatî Yilmaz û Murat Emîr, Parlementerê Stenbolê Mahmut Tanal, Parlementerê Malatyayê Velî Agbaba, Parlementerê Enqerê HDPê Sirri Sureyya Onder, Parlementerê Îzmirê Muslum Dogan, Parlementerê Mêrdînê Mîthat Sancar, Parlementera Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu jî di nav da hin parlementer û hin rêvebirên baroyan rûniştinê dişopînin.
Di heman saetê da li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran doza li ser kuştina Yasîn Boru û hevalên wî jî tê dîtin. Ji ber her du dozan polês li nav edliyeyê û li derva tevdîrên ewlehiya hildaye.
Berşikên dozê ev in:
"Ilhami̇ Bali, Deni̇z Buyukçelebi̇, Edremi̇t Ture, Yakub Şahi̇n, Hakan Şahi̇n, Ibrahi̇m Hali̇l Alçay, Resul Demi̇r, Haci Ali̇ Durmaz, Huseyi̇n Tunç, Abdulmubtali̇p Demi̇r, Talha Guneş, Meti̇n Akaltin, Savaş Yildiz, Burak Ormanoglu, Suphi̇ Alpfi̇dan, Hasan Huseyi̇n Ugur, Bayram Yildiz, Kenan Kutval, Ahmet Guneş, Abdulhami̇t Boz, Cebrail Kaya, Omer Deni̇z Dundar, Muhammet Zana Alkan, Walenti̇na Slobodjanjuk (welatiya Qazaxistanê), Mustafa Deli̇başlar, Mehmedi̇n Baraç, Ni̇hat Urkmez, Nusret Yilmaz, Kasim Dere, Yakup Selagzi, Erman Eki̇ci̇, Yakup Karaoglu, Yakup Yildirim, Esi̇n Altintug, Hati̇ce Akaltin û Mehmet Kadi̇r Cebael."
Bona hin berşikan ji ber sûcê "teşebusî guhertina pergala destûrê kirin" û "100 mirov kuştin" 101 carî cezayê hebsa giran a muebbetê tê xwestin. Herwiha ji ber sûcê teşebuşa kuştina 391 kesan, ji bo hin berşikan ji 7 hezar û 631 salan heya 11 hezar û 750 salî cezayê hebsê tê xwestin.
Herwisa bona hin berşikan jî ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar DEAŞê" jî ji 15 salan heya 22,5 salî cezayê hebsê tê xwestin.
- Êrîş
Di 10ê Cotmeha 2015an da du mensûbên rêxistina terorê DAEŞê li hemberî "Mitînga Ked, Aşitî û Demokrasiyê" ya ku li ber Gara Enqereyê bi beşdariya bi sedan kesên ji parêzgehên cuda cuda dest pê kir, du êrîşên xwekujiyê pêk anîbûn û di êrîşê da 100 sivîl miribûn, 391 kes jî birîndar bibûn.
Di îdianameyê da tê destnîşankirin ku xwekuj yek jê Yunus Emre Alagozê ku bûyîna wî 1990 e û yê din jî xelkê Sûriyê ye ku nasnameya wî nehat tespîtkirin.
Hin berşikên dozê hê jî nehatine girtin.