02 Nîsan 2016•Rojanekirin: 03 Nîsan 2016
DIYARBAKIR
Der barê êrîşa terorê ya ku terorîstên PKKyî li Baxlara navçeya Diyarbekirê dijî serwêsa polêsan kiribû û tê da 7 polês cangorî bibûn da kesek hat binçavkirin.
Pêr terorîstan bi wesayîta bombebarkirî va dema ku serwêsa bizirx a polêsên ku ji bo li Baxcilara taxa Baxlarê pêşiyê li çalakiyên rêxistina terorê bibirin hatibûn wezîfedarkirin dibir, êrîş kiribûn. Di êrîşê da 7 polês cangorî bibûn, 14ê wan sivîl 27 kes birîndar bibûn. Lêpirsîn hê dewam dike.
Di çarçoveya lêpirsîna ku bi destê 2 cîgirserdozger û 2 dozgeran didome da li Kocakoya navçeya Diyarbekirê kesek hat girtin.
Lêpirsîna der barê bûyerê da dewam dike.
Di lêpirsîna ku li ser êrîşê tê kirin da 9 kes hatibûn binçavkirin.