20 Nîsan 2016•Rojanekirin: 21 Nîsan 2016
KARAMAN
Bi tevahî 508 sal û 3 meh cezaya hepsê dan Muharrem Buyukturkê ku bi îdiaya li Karamanê îstismara cinsî li hin xwendekaran kiriye tê darizandin.
Rûniştina ku li Dadgeha Cezaya Giran a Karamanê hat dîtin bi îfadegirtina bersûc Buyukturk û şahidan temam bû. Beriya biryarê rojnamevan jî hildan hûndir.
Serokê dadgehê biryar eşkere kir û ji ber sûcên "îstismara cinsî ya ser zarokan", "tahdîta azadiyê", "bi qesdî birîndarkirin" û "pê temaşakirina dîmenên mustehcen" bi tevahî 508 sal û 3 sal cezaya hepsê dan bersûc.
Serdozgeriya Komarê ya Karamanê di çarçoveya lêpirsînê de biryar da ku Muharrem Buyukturk dema ku mamosteyê polê bû di wextên cuda de îstismara cinsî li 10 mexdûrên biçûk kiriye û li Dadgeha Cezaya Giran a Karamanê doza kamûyê vekiribû.
Dadgehê îdianameya ku der heqê îdiaya li hin xwendekaran îstismara cinsî kirine de ji ber sûcên "îstismara cinsî ya zarokan", "tahdîta azadiyê", "bi qesdî birîndarkirin" "pê temaşakirina dîmenên mustehcen" hatibû amadekirin qebûl kiribû û der heqê bersûc de nêzî 600 salî cezaya hepsê xwestibû.