İbrahim Atmaca
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
ANKARA
Piştî erdheja li Iraqê ku mezinahiya wê 7,2 ye, bi kordînasyona Serokatiya Birêvebirina Rewşa Afet û Acilê ya Serokwezîriyê (AFAD) va ekîba lêgerîn û xelaskirinê û yekeya midaxeleya medîkal bi balafira kargoyê ya leşkerî va ji Enqereyê rabû ku here Silêmaniya bajarê Iraqê.
Serokê AFADê Mehmet Gulluoglu li Balafirgeha Leşkerî ya Etîmesgutê daxuyanî da û got ku ew ê bi 60 çadir, 320 betanî, 2 wesayît û 25 personelan va herin herêma erdhejê, heke rewşa hewayê guncan be ew ê li Balafirgeha Silêmaniyê daynin.
Gulluoglu destnîşan kir, hin ekîb jî bi rêbejê va diçin herêmê, ew bi hikûmeta navendî ya Iraqê û bi Heyva Sor a Iraqê ra di nav kordînasyonê da ne, wan li ser daxwazan hereket kir.
Gulluoglu daxuyand ku li Îranê jî mirov mirine û birîndar in, lê heta niha daxwazeke alîkariyê ji wan nehatiye kirin, wan bi rêya Wezareta Karên Derva va jî ji meqamên Îranê ra ragihand ku ew dikarin alîkariyê bidin wan.
Ekîbên AFADê bi tiran va alavên alîkariyê birin 11emîn Fermandariya Balafirgeha Leşekrî ya li Etîmesgutê, wesayîtên ku wê di xebata lêgerîn û xelaskirinê da jî werin bikaranîn, li balafira neqliyeyê ya Airbus A400Myê hatin barkirin.
Balafira neqliyeyê ya leşkerî di saet 09.25an da bi rê ket ku biçe Silêmaniyeya bajarê Iraqê.
Ekîba lêgerîn û xelaskirinê ku Serokê AFADê Gulluoglu jî tê da ye û ji Ekîba Xelaskirina Medîkal a Neteweyî (UMKE) ekîbeke alîkariya ewilîn jî çû herêmê.