Sevim Hatun
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Ekîbên alîkariya acil ên Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyan piştî erdheja li sînorê Iraq-Îranê qewimî ji bo herin herêmê bi rê ketin.
Li gor daxuyaniya ku weqfê belav kir ekîbên alîkariya acil piştî erdhejê li hemû welêt dest bi bangewaziyê kir. Di vê çarçoveyê de ekîba pêşeng di serî de ji Stenbolê ji gelek bajarên din ber bi Iraqê ve bi rê ketin.
- Em ê gelê mezlûm ê Iraqê tenê nehêlin
Kordînatorê Lêgerîn û Xilaskirinê yê Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyan Emre Yerlî got ku heta birînên herêmê neyên pêçandin em ê li herêmê bin.
Yerlî got: "Ekîbên me yên ji Şanliurfa, Elezîz, Adiyeman û Şirnexê bi rê ketin gihîştin Deriyê Sînor ê Xabûrê."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên ku dixwazin alîkariyê bidin herêmê DIkarin "DEPREM" binivîsin û bişînin "3072"yê bi vî awayî 5 TL bibexşînin.