Sevim Hatun
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
ANTALYA
Qefleya 4emîn a xwendekaran a ji Şirnexê di çarçoveya "Projeya Em Anadolu Ne" ya ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve tê birêvebirin de hatin Antalyayê, li Antalyayê geriyan.
Bernameya gerê ya Antalyayê wê 3 rojan bikşîne.
Walîtiya Antalyayê daxuyand ku qefleya ku ji 220 kesî pêk tê li dibistanên cuda yên li Antalyayê geriyan. Di nav komê de xwendekar, mamoste û rêvebir hene.
Xwendekaran di çarçoveya bernameyê de Kaleîçî, Minareya Yîvlî, Kuleya Saetê, Bendêrgeha Yatê û Muzeya pêlîstokan ziyaret kirin. Der barê cî û waran de ji mamosteyên xwe agahî hildan.