17 Mijdar 2016•Rojanekirin: 18 Mijdar 2016
TBMM
Di Komîsyona Plan û Budçeyê ya TBMMyê de hevdîtinên budçeya sala 2017an ya Wezareta Parastina Neteweyî, Musteşariya Parastina Pîşesaziyê û Serokatiya Dezgeha Tesîsên NATO Pol Û Îkmal û Sotemeniyê dest pê kir.
Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik di civînê de axivî û der barê têkoşîna li dijî terorê de wiha axivî: "Têkoşîna me ya li dijî PKKya rêxistina terorê wê bi biryar dewam bike. Vê rêxistina xwînxwar ji 35 salan vir va derba herî giran niha xwar. Tirkiye di têkoşîna li dijî terorê da di nav gelek dewletan da dewleteke pêşîkêş e. Em di têkoşîna terorê da bi biryar in."
- "3 hezar û 665 xebatkar ji kar hatin avêtin"
Wezîrê Parastina Neteweyî Işik: "Ji Hêzên me yên Çekdar ên Tirkiyê heta îro 3 hezar û 665 xebatkar ji ber ku eleqeya wan bi rêxistina terorê FETOyê re heye, ji kar hatine avêtin. Dema 16 hezar û 423 xwendekar jî bên nirxandin, eleqeya 20 hezar û 88 kesan ji Hêzên Çekdar ên Tirkiyê hatiye birîn. Ji bilî vê jêpirsîna 2 hezar û 855 xebatkaran jî dewam dike."