17 Mijdar 2016•Rojanekirin: 18 Mijdar 2016
ANKARA
Îbrahîm Taşyapanê Waliyê Wanê ji bo Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin a Wanê, Mustafa Yamanê Waliyê Mêrdînê ji bo Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê û Ceyhun Dilşad Taşkinê Alîkarê Waliyê Sêrtê ji bo Cîgirê Şaredarê Sêrtê û Alîkarê Waliyê Tûnceliyê Olgun Oner jî ji bo Cîgir Serokê Şaredariya Tûnceliyê hat wezîfedarkirin.
Navenda Çapemeniyê ya Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku Bekir Kayayê Şaredarê Bajarê Mezin a Wanê, Ahmet Turkê Şaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê û Tuncer Bakirhanê Şaredarê Sêrtê ku girtî ye, ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Hat diyarkirin ku Îbrahîm Taşyapanê Waliyê Wanê ji bo Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin a Wanê, Mustafa Yamanê Waliyê Mêrdînê ji bo Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê û Ceyhun Dilşad Taşkinê Alîkarê Waliyê Sêrtê ji bo Cîgirê Şaredarê Sêrtê hat wezîfedarkirin.
Bekir Kaya ji ber sûcê "Endamtiya PKK/KCKya rêxistina terorê" 15 sal cezayê hepsê xwaribû.
Der heqê Ahmet Turk jî bi sedema "Yekîtiya xirabkirina dewletê, fînansekirina rêxistina terorê û endamtiya rêxistinê, suîstîmalkirina wezîfeya xwe û heqaret kirina Komara Tirkiyeyê" lêpirsin hatibû destpêkirin.
Şaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan jî di çarçoveya bang û telîmatên PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdar de li Sêrtê beşdarî ji yekî zêdetir meş, civîn û xwepêşandanên dereqanûnî bûye û di lehê rêxistinê de gotin û çalakî kirine 16ê çiriya paşîn de hatibû girtin.
Şaredarê Tunceliyê Bul hat girtin
Ji aliyekî din va li Tunceliyê di çarçoveya lêpirsînê da 13 kes hatin binçavkirin û ew sewqî edliyeyê kirin. Şaredarê Tunceliyê Mehmet Alî Bul û rêvebirên HDP û DBPê jî di nav da 12 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tunceliyê da tevî Şaredarê Tunceliyê Bul ku xwest bi tenê îfadeyê bide dozger, Serokê Parêzgehê yê HDPyê Aslan Çag, Serokê Parêzgehê yê EMEPê Mustafa Taşkale, Serokê Parêzgehê yê DBPyê Murat Polat, Seroka Şaxa DÎSKê Şukran Yilmaz, Nûnerê BESê Musa Kiliç, Endama Grûba Aşitiyê Aysel Dogan, rêveberên parêzgehê yên HDPyê, bi tevahî 13 kes sewqî edliyê kirin û li vir dozgeriyê jêpirsîna wan kir. Ji van kesên ku jêpirsîna dozger temam bû, jê Aysel Dogan hat berdan. Berşikên din jî derxistin ber dadgehê.
12 berşik ku di navê da Şaredar Bul, Çag, Taşkale, Polat, Yilmaz û Kiliç hene, bi destê dadgeriya sulh û cezayê hatin tewqûfkirin û şandin girtîgehê.
Alîkarê Waliyê Tûnceliyê Olgun Oner wekî Cîgir Serokê Şaredariyê hat wezîfedarkirin.