12 Îlon 2016•Rojanekirin: 13 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim agirbesta li Sûriyeyê ku îro ket rewacê bibîr xist û got: "Ez wek Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê bang dikim û dibêjim ev bû 6 sal êdî bese. Hêj wê çiqas mirov bên kuştin. Werin em vê agirbestê mayînde bikin."
Serokwezîr Bînalî Yildirim nimêja Eydiya Qûrbanê li Mizgefta Tatbîqata Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Marmarayê ku li Uskudarê ye kir û piştî nimêjê daxuyanî da û got: "Ez ji Xwedê hêvî dikim ku ev roj û mehên bixêr û eydiya ku em tê da ne biratî, bihevratî û yekîtiya gelê me daîm bike. Rojên eydiyan ji bo biratî û hevaltiyan gelek girîng in, yên ji hev xeyîdî li hev tên. Em niha di rojek wisa da ne. Ev eydî înşeallah bibe wesîleya biratiya welat û gelê me. Ji bo kesên ku dixwazin welatê me tevlihev û bêhizûr bikin jî bibe wesîleya îslehê."
"Hin şaredarî bûne weke navenda lojîstikê ya rêxistina terorê"
Yildirim der barê 28 şaredariyên ku ji bo serokatiya wan kesên nû hatin wezîfedarkirin da qala pêvajoya hiqûqî kir û wiha pê da çû: "Mixabin hin şaredarî bi taybetî bûne wek navenda lojîstikê ya rêxistina terorê. Çavkaniyên dewletê, bacên miletê ji bo xweşbûna navçe û bajar divê xerc bikin lê ew radibin bi çi şeklî be jî wan digihîjînin rêxistina terorê û di nav xebatên dereqanûnî da cih girtine. Li şaredariyên ku ji wezîfeyê dûr xistin pêk hat li hemûyan rewşeke wiha heye. Ev yek bi jêpirsînên hatin kirin va derketine holê. Piştî pêvajoya hiqûqî ev yek derketin meydanê. Ji ber vê jî bila hin kes qet ranebin û ji bo demokrasiyê hînî Tirkiyeyê bikin bila qet hewl nedin û ev yek jî bi tu awayî nayê qebûlkirin."
- "Em agirbetsa li Sûriyeyê bikin mayînde"
Yildirim wiha xeberda: "Ez wek Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê bang dikim û dibêjim êdî bes e. Ev bû 6 sal û wê hê çiqas însan bimirin. Werin em vê agirbestê bikin mayînde û yekbûyîna axa Sûriyeyê digel kom, nijad û mezhebên cuda pêk bînin."
Serokwezîr Yildirim der heqê operasyona Mertalê Feratê da jî wiha got: "Armanc ew e ku DAEŞ û rêxistinên terorê yên din ji herêmê werin derxistin û herêmê teslimî xwediyên wê yên rastîn bikin. Heta ku ji sedî sed çêbe û herêm ji rêxistinên terorê were paqijkirin alîkariya me ya ji bo Artêşa Sûriyeya Azad dewam dike."