Bi wesaîta bombebarkirî li dijî noqteya polêsan a li ber avahiya Serokatiya Bajêr a AK Partiyê êrîş hat kirin.
12 Îlon 2016•Rojanekirin: 13 Îlon 2016
Van
VAN
Li Wanê di êrîşa ku mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz bi wesayîta bombebarkirî va birin ser cihê noqteya polêsan a ber Serokatiya Bajêr a AK Partiyê da 46 jê sivîl û 2 jî jê polês bi tevahî 48 kes birîndar bûn.
Bi wesaîta bombebarkirî ya ku li nêzî noqteya polêsan a li ber avahiya Serokatiya Bajêr a AK Partiyê hatibû parqkirin va êrîş hat kirin.
Di êrîşê ku roja ewil a eydiyê da li herêma ji deverên herî qelebalix a bajêr e hat kirin da gelek kes birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê, polês û welatiyan bi alîkariya hev kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê û şewatê ku ji ber teqînê derket jî ji hêla ekîban va hat temirandin.
Di êrîşê da avahiya Serokatiya Bajêr a AK Partiyê, otêleke li herêmê û avahiya ku Midûriyeta Herêma Wanê ya Ajansa Anadoluyê (AA) jî tê da ye zirar dîtin.
Li herêmê ji ber bêhna xaza siruştî hat ekîban xebat dan destpêkirin û li herêmê lêkolîn jî dewam dike.
Hat diyarkirin ku ekîbên tenduristiyê, polês û welatiyan bi alîkariya hev kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê û şewatê ku ji ber teqînê derket hat temirandin.
Di êrîşê da di avahiya Serokatiya Bajêr a AK Partiyê, otêleke li herêmê û avahiya ku Midûriyeta Herêma Wanê ya Ajansa Anadoluyê (AA) tê da ye xisar çêbû.
Li gor agahiyan ji ber ku bêhna xazê hat ekîban li herêmê xebat dan destpêkirin û li herêmê lêkolîn dewam dike.
Di êrîşê da 46 jê sivîl 48 kes birîndar bûn
Walîtiya Wanê der heqê bûyerê da daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşa endamên rêxistina terorê ya cihêkar bi wesayîta bombebarkirî va lidarxistin da 46 sivîl û 2 jî polês bi tevahî 48 kes birîndar bûn.
Daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo qefaltina mensûbên rêxistina terorê kar û xebatên tên kirin bi hûrgilî dewam dikin.