Elif Orhan
09 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
NEW YORK
Serokwezîr Bînalî Yildirim dema ji Washingtonê derbasê New Yorkê bû di nava balafirê de ji bo endamên çapemeniyê derbarê hevdîtina xwe ya bi Alîkarê Serokê DYAyê Mike Pence re axivî.
Di hevdîtina Serokwezîr Yildirim a bi Penceyê Arîkarê Serokê DYAyê de daxwaza girtina serokê FETOyê û îadekirina wî ya ji bo Tirkiyeyê û dawîlêanîna fealiyetên wî hat dubarekirin.
Serokwezîr Yildirim herwiha got, "Hûn rastiyê bixwazin hevdîtin gelekî baş derbas bû. Em bi awayekî samimî û dirust li ser pirsgirêkên xwe axivîn. Em li ser mijarên dualî û herêmî sekinîn."