ANKARA
Cîgirê Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş, der barê polîtîkaya Tirkiyê ya Sûriyê de diyar kir ku gotina wî ya "Polîtîka me ya Sûriyê ji serî ve xelet bû" ji aliyê hin derdoran ve ji rastiya wê hatiye dûrxistin û wiha got: "Em wek Tirkiye lê dixebitin ku perspektîfeke aştiyane li wir deynin holê. Cihê Tirkiye lê sekinî rast bû. Tu guman di vê de tune. Sedî sed rast bû. Em li cem xelkê Sûriyeyê bûn, me dixwest li Sûriyeyê pêvajoyeke demokratîk were destpêkirin, lê ji bo pêkanîna vê me nikarî wasiteyên polîtîk pêş bixin, bi tena serê xwe qeweta me têra vê nekir. Raya navneteweyî di vê nuqteyê de piştgiriyeke ciddî neda. Di serî de Emrîka gelek welatên ku parçeyek ji koalîsyona navneteweyî ya li dijî DEAŞê ne nebûne xwedî meyl, helwest û perspektîfeke hevpar. Loma tiştê ku ev dibêjin ev e: Tirkiye li cihê rast sekiniye, lê ew polîtîkayên ku vî cihê rast saxlem nehatine pêşdebirin. Hêza me têra vê nekir."
Kûrtûlmûş, ji bo qenala Rûdawê ku li Hewlêrê weşanê dike axivî, cewaba pirsan da. Kûrtûlmûş bibîr anî ku coxrafyaya Îslamê Iraq, Sûrî, Urdin û giştî Rojhilata Navîn heta Fas û Endonezyayê dewlemendiyeke mezin di nava xwe de dihewîne.
İslam coğrafyasının, hem doğal kaynaklar hem de insan kaynakları bakımından zenginliklere sahip olduğunu hatırlatan Kurtulmuş, İslam dünyasının en büyük eksikliğinin bu çerçevede siyasi irade eksikliği olduğunu belirtti.
Kûrtûlmûş bal kişand ser wê yekê ku "şerên navxweyî, pevçûn, şerên biwekalet, dagirkirin û êrişên terorî" canê mirov diêşîne û wiha axivî:
"Di rastiyê de herêma Bakurê Iraqê xwedî dewlemendiyên muezzem e. Li cihê ku van der derxînin holê, van dewlemendiyan bi awayekî adil parve bikin, projeyên îqtîsadî yên hevpar bimeşînin, li bajarên sînor korîdorên hevpar ên sînerjiyê ava bikin û aboriya welatê xwe bihêz bikin mixabin dev ji derbasbûna welatekî bo welatê berdin, ji bajarekî çûna bajarekî din gelekî zehmet bûye. Em di serdemeke wisa de dijîn. Loma bi nêrîna min Herêma Bakurê Iraqê jî xwedî dewlemendiyên mezin e. Petrol nîmeteke muhîm e lê nîmetên din jî muhîm in. Înşellah emê derbasî serdemeke wisa bibin ku van nîmetan hemûyan derxin holê. Ev şer, qelebalix, kêmasî û xeletî bêne jibîrkirin û jinûve ev coxrafya bihêz derkeve holê. Rêya ji hemahengî, hevkarî, tevkariya tarîx û çandê re derbas dibe. Hêza me ku em van tevan bikin heye. Bes bila em ji vê neqeba asê derkevin."
-"Wek Tirkiyê cihê me rast bû"
Kûrtûlmûş, der barê daxuaniyên xwe yên ku "polîtîka me ya Sûriyê xelet bû" de diyar kir ku ew şaş hatiye fêmkirin û wiha got:
"Ez dibêjim, polîtîkaya Sûriyê bi awayekî giştî meqseda min camîeya navneteweyî ye, xelet bû. Bedelê vê jî xelkê Sûriyê da. Mixabin di destê tu welatî de mifteyek, projeyeke 'em çawa dikarin pirsgirêkê safî bikin' tunebû. Xwezî dewletên herêmî ji serî ve hatibana cem hev û bêyî ku mudaxeleya welatên derve çêbe qrîza Sûriyê bihata çareserkirin. Xwezî camîeya navneteweyî û me, li dijî hovîtiyên Esad înîsiyatîf wergirtiba. Çeka kîmyayî jî bikar anî. Lê tiştek nebû. Projeya perwerde bike-pirçek bike jî serkeftî nebû. Piştgiriyeke ciddî ji Artêşa Azad a Sûriyê re neçû. Di dawiyê de encam ev bû. Niha tişta bûyî çû. Xwezî ev nebana. Em wek Tirkiye lê dixebitin ku perspektîfeke aştiyane li wir deynin holê. Cihê Tirkiye lê sekinî rast bû. Tu guman di vê de tune. Sedî sed rast bû. Em li cem xelkê Sûriyeyê bûn, me dixwest li Sûriyeyê pêvajoyeke demokratîk were destpêkirin, lê ji bo pêkanîna vê me nikarî wasiteyên polîtîk pêş bixin, bi tena serê xwe qeweta me têra vê nekir. Raya navneteweyî di vê nuqteyê de piştgiriyeke ciddî neda. Di serî de Emrîka gelek welatên ku parçeyek ji koalîsyona navneteweyî ya li dijî DEAŞê ne nebûne xwedî meyl, helwest û perspektîfeke hevpar. Loma tiştê ku ev dibêjin ev e: Tirkiye li cihê rast sekiniye, lê ew polîtîkayên ku vî cihê rast saxlem nehatine pêşdebirin. Hêza me têra vê nekir."
-"Li Sûriyê planeke nû ya aştiyê dê were meşandin"
Cîgirê Serokwezîr, destnîşan kir ku ew lê dixebitin perspektîfeke nû di warê aştiyê de deynîn holê, gavên erênî jî hatine avêtin, Tirkiye û Rûsya di maweya çend mehan de gihîştine merheleyekê, hewl tê dayîn ku di gava pêşî de rewşa dijînsanî ya li Helebê bidawî were û nirxandina xwe wiha anî ziman
"Hin komên milîs hewl didin ku vê pêvajoyê provoke bikin. Lê bi giştî dema ku em dinêrin rewşeke ne xerab dimeşe niha. Ji bo agirbeseke li Helebê, ji wir jî li temamê Sûriyê gavên muhîm hatin avêtin. Tirkiyê der barê mijara karên muxalefeta miyanrew de garantorî da, Federasyona Rûsyayê jî der barê xebatên rejima Sûriyê de garantoriya xwe ragihandiye. Lihevkirineke dualî çêbûye. Bi vê peymana aştiyê em hêvîdar in ku di gava duyem de dîdarên aştiyê destpê bikin. Li vir haliyen dê li aliyekî rejim li aliyê din jî muxalif hebin. Meqseda me li vir ne ew e ku em li ser maseyê aştiyekê li ser muxalifan bisepînin. Em tu carî qebûl nakin ku aştiyeke bêyî rizaya xelkê çêbe. Xelkê Sûriyê di maseya aştiyê de bikeve kîjan pêvajoya aştiyê emê piştgiriyê bidin wê. Projeyeke xelkê Sûriyê bixwaze, fikr û nêrînên hemû aliyan tê de berceste be û di encamê de ne rejimeke çewsîner lê Sûriyeke demokrat daxwaza me ye. Ji bo vê rûpele nû hatiye vekirin. Ev pêvajo bi nêteke baş hatiye destpêkirin. Hêvîdar in ku encam çêbe. Dê gelek provokator hebin. Aliyên aştiyê nexwazin dê derkevin. Lê di encamê de ez bawer dikim ku dê perspektîfa aştiyê li Sûriyê biser bikeve. Di encamê de 600 hezar însanên masûm hatine kuştin. Bajarên delal, ên tarîxî ji holê hatine rakirin. Ew rêvebirên ku ev felaket bi serê welat û xelkê de anîne ne mumkin e ku ji aliyê xelkê Sûriyê ve bêne qebûlkirin. Ev gelekî eşkere ye. Di vê çarçoveyê de. Li Sûriyê planeke nû ya aştiyê dê were meşandin."
-"Em ji hebûna birayên xwe Kurdan li Sûriyê ne aciz in"
Der barê peymana Tirkiye û Rûsyayê li ser rênedana pevgirêdana kantonên PYDê jî Kûrtûlmûş got, tiştekî wisa tuneye û wiha pê de çû:
"Rûsya li herêma El Babê, heta Minbicê di Operasyona Mertalê Firatê de Rûsya piştgiriya asmanî dide. Li vir nêta me ne dagirkirina axê ye. Rûsya jî vê dibîne. Meseleya me paqijkirina wan deran ji terorê ye. Emrîkî jî vê dibînin. Em ne aciz in ku birayên me Kurd li bakurê Sûriyê hene. Hetta navçeyên me yên sînor beramberî hev in. Xizm û cîranên me di nav axa Sûriyê de ne. Loma em ji birayên xwe yên Kurd ku li wê derê ne hîç ne aciz in. Lê rêxistinek, rêxistineke terorî, li herêmeke wir îddiaya hakimiyetê dike. Yekparçeyiya axa Sûriyê ji holê radike. Ev tê wê me'neyê ku Sûriyê bi awayê waqiî bibe sê parçe. Ev tenê ne encamê parçebûna Sûriyê û têkçûna parçeyiya wê derdixe holê, di heman demê de berdewamiya êrişên terorî yên li ser Tirkiyê jî xwedî dike. Wisa be dê êrişên terorî yên li ser Tirkiyê bi awayekî aktîf berdewam bikin. Lewra wek tê zanîn li pişt gelek êrişên terorî yên li rojhilatê û başûrê rojhilatê Tirkiyê dibin piştgiriya PYD/YPGê heye. Em dizanin piştgiriya wan a însanî û lojîstik heye. Ne mumkin e Tirkiye li hemberî tiştekî wisa razî bibe. Ev, mijareke hebûna Tirkiyê ye. Ev ne meseleya mewcûdiyeta birayên me yên Kurd li wê derê ye. Dixwazim tiştekî din bibîr bînim. Hê temamê dinyayê nizanibû ku ka li bakurê Sûriyê Kurd dijîn an na, Tirkiyê hem di dema bav Esad hem jî ya kur Esad de her daîm zext li ser rejima Sûriyê kiriye û gotiye, "Hûn çima nasnameyê nadin birayên me yên Kurd li bakurê Sûriyê? Hûn çima heqê wan nadin? Hûn çima wan welatiyên wek yên din qebûl nakin?' Me her daîm tewsiya Kurdan li wan kir, me ew dawet kirin ku ji bo berfirehkirina heqê birayên me yên Kurd de înîsiyatîfê bigirin. Loma helwesta me zelal e. Dê Kurd jî li wir hebin Ereb jî Tirkmen jî û Êzidî jî. Dê hemû hebin. Lê tu kes dê nebêje 'Tenê em li vir hene, yên din bila nebin.' Eger rabin vê bêjin em qebûl nakin. PYD û YPG vê dibêjin. Tirkiye jî nikare çavên xwe ji êrişên PYD û YPGê re bigire. Lewra êriş ji wir tên."
news_share_descriptionsubscription_contact
