17 Sibat 2017•Rojanekirin: 18 Sibat 2017
ŞANLIURFA
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Mehmet Yavuz ji bo guherandina makezagonê got: "Li Tirkiyeyê wek hemû hêlan em jî ji vê makezagona derbeyê gilîdar in"
Yavuz di civîna çapemeniyê ya li avahiya partiya xwe li dar xist da der barê referanduma ku wê 16ê nîsanê di çarçoveya guherandina makezagonê bê kirin da axivî.
Di axaftina xwe da Yavûz got ku wek partî wan ji bo "erê" biryar da û wiha pê da çû: "Hin sedemên me yên ji bo erê hene û ji vana yek jî ew e ku Tirkiye hê jî bi makezagona berhema derbeyê ye tê birêvebirin. Li Tirkiyeyê wek hemû hêlan em jî ji vê makezagona derbeyê gilîdar in. Ji ber vê em aliyê her derbeya ku li hemberî vê makezagona derbeyê tê kirin disekinin û dibêjin 'erê'."