Li gor makezagonê piştî ku Serokomar wezîfe da Serokwezîr di nav 45 rojan da divê hikûmet were avakirin. Di 23yê tebaxê da 45 roj kuta dibe, lê hê ji bo avakirina hikûmetê lihevkirin tuneye. Ji ber vê jî îhtimala hilbijartina berwext di rojevê da ye.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku hikûmeta 63yemîn ava bike, di 9ê tîrmehê da wezîfe da Serokê Giştî yê AK Partiyê û Parlementerê Konyayê Ahmet Davutoglu.
Davutoglu beriya ku bi CHP û MHPê ra hevdîtinên koalîsyonê bike, du heyet wezîfedar kir. Piştî hevdîtina CHPê rapor dan Davutoglu. Li gor texmînan Davutoglu û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wê hefteya pêşiya me werin bal hev. Heke ji vê hevdîtinê biryara avakirina koalîsyonê dernekeve, wê bi MHPê ra hevdîtin werin kirin.
Heke AK Partî bi her du partiyan ra jî koalîsyonê ava neke, dibe ku hikûmeteke kêmjimar va biçe hilbijartinê. Heke MHP piştgiriyê bide hikûmeta kêmjimar, her du partî êdî wê biryara dîroka hilbijartinê bidin. Di vê rewşê da jî tê gotin ku hilbijartin dimîne biharê.
Li gor benda 116emîn ya makezagonê, piştî hilbijartina Dîwana Serokatiyê divê di nav 45 rojan da Lijneya Wezîran ava bibe. Heke ava nebe Serokomar bi Serokê Meclisê dişêwire û biryarê dide ku hilbijartin cardin were kirin. Biryara hilbijartinê di Rojnameya Fermî da tê weşandin û hilbijartin tê kirin.
Li gor makezagonê piştî ku Serokomar wezîfe da Serokwezîr di nav 45 rojan da divê hikûmet were avakirin. Di 23yê tebaxê da 45 roj kuta dibe.
Li gor benda 77emîn ya makezagonê hilbijartinên parlementeriyê 4 salan carekê tên kirin. Beriya ku ev dem xelas bibe, meclis dikare biryara hilbijartineke nû bide an jî li gor şert û mercên makezagonê Serokomar jî dikare biryarê bide ku hilbijartin cardin were kirin.
Heke meclis biryara hilbijartinê bide, dikare biryara dema hilbijartinê jî bide. Lê heke Serokomar biryara hilbijartinê bide, 90 roj piştî roja biryarê, yekşema ewil hilbijartin tê kirin.
Heke biryara nûkirina hilbijartinê were dayîn, îhtimal heye ku hilbijartin an 15 an jî 22yê sermawezê da were kirin.
- LHB ji bo hilbijartinê amade ye
LHBê ji bo amadehiya hilbijartinê îhaleya kaxizên hilbijartinê temam kir û kaxiz herî dereng di cotmehê da amade ne.