18 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2016
ANKARA
Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen li Navenda Giştî ya HDPê civineke çapemeniyê li dar xist û wiha got: "Çawa ku em hewl didin provokasyon nebin, kes nekeve dafikê, emê di têkoşîna demokratîk de jî biryardar tevbigerin".
Bîlgen got ku êrîşê partiyê HDPê dikin û rayedarên hikûmetê der barê van êrîşan de tiştekî nabêjin û bertekê nîşan nadin.
Berdevk Bîlgen got ku der barê geşedanên dawîn rayedarên HDPê telefonê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu kirine, lê xwe negîhandine Soylu û ew dikarin vê bi qeyda li ser telefonê îspat bikin.
Bîlgen anî ziman ku li welêt hewl tê dayîn ku şerekî navxweyî pêk bê û derbeyeke duyemîn bê kirin û wiha dewam kir: "Aliyekî din jî hewl tê dayîn ku partiya me siyasetê neke. Bi çavtirsandinê, zor û zextê û tundiyê ve rê li ber me tê girtin ku em muxalefetê nekin, têkoşîna siyasî û demokratîk nedin. Duh ji bo ku bila kes nemre, êşa ku em dijîn bila eşeke din jî li ser zêde nebe çi ji destê me hat, me tevdîrên xwe dîtin. Ji bo ku provokasyon nebe me bangî rêxistinên partiya xwe, rayedar û endamên partiya xwe û gelê xwe kir ku bila aqlekî selîm tevbigerin. Lê bila vê jî bizanibin ku çawa em hewl didin ku provokasyon çênebin, kes nekeve dafikê, emê di têkoşîna demokratîk de jî biryardar tevbigerin".