18 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2016
HAKKARÎ
Êrîşên PKKya rêxistina terorê li Yuksekovaya navçeya Hekkariyê hatin protestokirin.
Li navçeyê her çend sermayeke pir zêde hebe jî, nêzî 3 hezar kesan li ser kolana Îpekyoluyê civiyan û bi alayên destê xwe va meşiyan û duruşmeyên wek "Welat canê min ji bo te feda", "Qehirbe PKK", "Şehît namirin, welat perçe nabe", "Tirk û kurd bira ne PKK qelleş e" berz kirin, meşiyan nava sûkê. Wê demê jî li Mizgefta Îhsaniyeyê na Navend ji bo şehîdan Qurana Pîroz hat xwendin û dia hat kirin.
Welatî ji kolana Cengîz Topelê heta xaçerêya girtîgeha berê, ji wir jî çûn ber Qonaxa Hikûmetê û li ber Midûriya Şaxa 117emîn a Rêbejê sekinîn û meş bi dawî kir.
Qaymeqam Mahmut Kaşikçi li vê derê axivî û got ku Yuksekovayê destpêkeke baş kir.
Kaşikçi diyar kir ji piçûkan heta mezinan gelek welatî beşdarî meşê bû û bertek da nîşanî rêxistina terorê û wiha dewam kir:
"Birêz Serokomarê me daxuyanî da û got, 'Bira êdî seferberî bibe. Li vî welatî, li ser van axan teror nebe. Bila ji bo mirovahiyê hizûr were'. Yuksekovayê jî bersîv da vê axaftinê. Gel li vê derê got ku; 'Êdî ji vir ha di vê rojeke xweş da çawa ku em di bin vê alayê da îro dimeşin, em ji vir şûnda jî kêfxweş û aram bimeşin. Em Tirkiyeya mezin a paşerojê bi hev ra înşa bikin. Ji ber vê meşê ez spasiya xwîşk û birayên me yên ji Yuksekovayê dikim."
Kaşikçi axaftina xwe wiha domand:
Li Sûriyê bûyer diqewimin, ev axa Anadoluyê dibe star, li Iraqê bûyer diqewimin axa Anadoluyê dibe star. Axa me xwedanî penaberên ji her derî derdikeve. Xelkê Yuksekovayê jî dibêje ku edî bes e, bira aramî were ser vê axê, bira teror tunebe, bira dawî li terorê were."
Mixtar Tahîr Oztepe jî destnîşan kir ku êdî dem hatiye ku divê mirov tevî tirk, kurd, laz û çerkezan xwedî li vî welatî derkeve.
Fermandarê Tumena Peyadeyan a 3yemîn a Yuksekovayê Tuxgeneral Metîn Tokel, Serokê Navçeya Yuksekovayê yê AK Partiyê Muslum Ortaay û amîrên dezgehan beşdarî meşê bûn.