18 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de êrîşî hedefên rêxistina terorê DAEŞê kirin. 217 hedefên rêxistinê hatin îmhekirin.
Li gor agahiya TSKyê, Operasyona Mertalê Firatê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo parastina ewlehiya hidûd, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di roja 117emîn a hereketê de 160 hedefên rêxistina terorê DAEŞê hatin îmhekirin.
Balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Asîmanî êrîşî Bab, Bzagah, Zammar, Suflaniyah û Kabr al Mukrî kirin, 57 hedefên ku di nav de depoyên çekan jî hene hatin îmhekirin.
- Di avahiyên kamuyê de xwe vedişêrin
Hat tespîtkirin ku endamên rêxistina terorê DAEŞê li El Babê û der û dora wê tank, wesayîtên bizirx û endamên xwe li cihên kamuyê yên wek dibistan, nexweşxane, mizgeftan vedişêrin.
Terorîstên ku teslîm bûn gotin ku endamên rêxistinê di van avahiyan de xwe vedişêrin û dema ku ev der bên îmhekirin ew dixwazin ku dîmenên îmhekirinê bi kamerayê ve qeyd bikin û paşê wan dîmenan di qada navneteweyî de bikar bînîn.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ji bo ku sivîl zirarê nebînin tevdîran dibînin.