27 Nîsan 2018•Rojanekirin: 28 Nîsan 2018
ÎZMIR
Li Îzmirê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê de kesekî ku tê gotin qaşo emîrê Dêra Zorê ye û serkêşên ligel wî hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan, tîmên şaxa Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Terorê yên Midûriyeta Ewlehiya Îzmirê bi arîkariya MÎTê tespît kirin ku K.E.Hyê ku qaşo fermandarê Dêra Zorê tê zanîn li bajêr e.
K.E.H. dixwest xwe di nav koçberan de veşêre û bireve dervayî welêt. Li ser vê tîman operasyonek li dar xist û K.E.H binçav kirin.
Hat diyarkirin ku ji berpirsyarên qetlîama 14yê kanûna sala 2017an li Şaîdata bajarê Sûriyeyê hat kirin yek jî K.E.H ye. Di qetlîamê de qasî 700 sivîl bi destê DEAŞê hatibûn kuştin.
Ji aliyê din ve derket holê ku K.E.H. eqrebayê Sedam Cemal e. Dihat gotin heke Ebûbekir El Bexdadî bimirê Sedam Cemalê bikeve şûna wî. Vîdeoyên înfazan yên rêxistinê jî bi piranî Sedam Cemal diweşandin.
Hat tespîtkirin ku K.E.H li Sûriyeyê di pevçûnan de birîndar bûye û dîmenên wî li ser medyaya civakî hatine parvekirin.
Di heman operasyonê de M.M, M.E.Z û O.Myê ku ji ber operasyonên Artêşa Tirkiyeyê yên serkeftî ji Sûriyeyê revîbûn jî hatin girtin.
Hat ragihandin ku rêxistinê bi vê operasyonê derbeyeke mezin xwar.
Kar û barên 4 serkêşên binçavkirî li Midûriyeta Ewlehiya Îzmirê dewam dikin.