27 Nîsan 2018•Rojanekirin: 28 Nîsan 2018
ÎZMIR
Li 6 bajaran operasyona ku navenda wê Îzmir e birin ser kesên tê îdiakirin şaxên taxan ên PKK/KCKya rêxistina terorê ava kirine û li ser navê rêxistinê pereyan kom dikin. Di operasoynê da 37 kes hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê di çarçoveya lêpirsîn ji bo deşîfrekirina çalakiyên PKK/KCKyê da der heqê 41 kesên hat tesbîtkirin şaxên taxan ên rêxistinê ava kirine û ji rêxistinê ra fînasê bi dest dixin da biryara derdestkirinê da.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li Enqere, Kocaelî, Stenbol, Erzirom û Manisayê operasyona ku navenda wê Îzmir e kirin û di perasyonê da 37 şikbar binçav kirin.
Di lêgerîna li navnîşanên şikbaran da weşanên ku ji bo wan biryara komkirinê hatine dayîn, gelek dokumanên rêxistinê, 2 tivingên nêçîrê û 5 debançeyên bêrûsqet hatin girtin.