15 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2016
ANKARA
Encama ezmûna Personelên Kamu 2016an (KPSS) lîsans, (çanda giştî, çanda hunerê, zanistên perwerdeyê) eşkere bû. Namzet wê bikaribin ji ser navnîşana OSYMyê "https://sonuc.osym.gov.tr" encamê hîn bibin.
Di îlana ku li malpera OSYMyê cî digire de dan zanîn ku encamên KPSSya lîsansê ya 2016an (çanda giştî, çanda hunerê, zanistên perwerdeyê) ya ku di 22yê gulana 2016an de hat kirin û encamên KPSSya lîsansê ya 2016an (agahiyên beşê) ya ku di 29ê gulana 2016an de hat kirin, hat eşkerekirin.
Hat gotin ku li ser analîzên madeyên çanda giştî, çanda hunerê, zanistên perwerdeyê ya lîsansa KPSSya 2016 lêkolîn hat kirin, kontrola bersivan hat temamkirin û îtiraz ji aliyê zanistî ve hatin nirxandin.
Hat ragihandin ku di vê çarçoveyê de li gor Lijneya Birêvebirinê ya OSYMyê biryar da ku pirsa 63yemîn a di pirtûkçeya pirsên bingehîn a zanistên perwerdeyê û pirsa 11emîn a di testa tirkî ya çanda giştî de bên betalkirin.
Dan zanîn pirsên ku hatin betalkirin ji bo hemû namzedên ku di testên eleqedar de herî kên bersivekî wan hene rast hat qebûlkirin û miameleyên nirxandinê hatin temamkirin.
Belgeya encamên KPSSyê dê neyên çapkirin û ji namzedan re neyê şandin. Namzed dê bikaribin ji ser malpera "https://sonuc.osym.gov.tr" ya OSYMyê bi nimreyên xwe yên nasnameyê yên T.Cyê û şîfreyên xwe encaman bibînin.