15 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2016
SÎÎRT
Li Sêrtê terorîstên PKKyî bi roketan êrîş birin ser qişle û navenda polêsan. Di êrîşê da jinek û kurê xwe ku li ser banê xwe di xew da bûn, birîndar bûn.
Li gorî agahiyan terorîstan li caddeya Şeyh Suleymana taxa Înonuyê bi roketan êrîş birin ser qişle û navenda polêsan.
Di êrîşa da hêzên ewlekariyê demildest bersiv dan û Besna Erzen (40) û kurê wê Yûsuf Erzan (10) li ser banê xwe di xew da bûn birîndar bûn.
Tîmên tendirustiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Hat ragihandin ku rewşa Yûsuf Erzen giran e.
Bi mebesta girtina terorîstan li taxê operasyon berdewam e.