28 Hezîran 2018•Rojanekirin: 29 Hezîran 2018
KAYSERİ
Hat tesbîtkirin ku A.O.yê eqrebeyê Zenun O.yê namzedê parlementeriyê yê HDPyê yê Qeyseriyê li mala namzed dima û xwe amade dikir ku tevlî PKK/KCKya rêxistina terorê bibe û li ser vê bi hincetê hat derdestkirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, Midûriyeta Ewlekariya Qeyseriyê xebatên ji bo pêşîlêbirîna çalakî û xebatên PKK/KCKya rêxistina terorê didomîne.
Di çarçoveya xebatan da hat tesbîtkirin ku A.O. ji vir demekê berê ji bo tevlî rêxistina terorê bibe pasaport derxistiye û li mala Zenun O. dimîne.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê û Şaxa Tevgera Taybet îxbar hilan ku A.O. pîlan dike ku bi otobêsê derbasî Agiriyê bibe û ji wir here Îranê û tevlî PKK/KCKya rêxistina terorê bibe. Li ser vê operasyon dan destpêkirin ku wî derdest bikin.
Polêsên tevgera taybet A.O. binçavkirin û karûbarên li ewlekariyê hê dewam dikin.