Haydar Şahin
29 Hezîran 2018•Rojanekirin: 30 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Dadgeha Cezayê Giran a 35an ya Stenbolê der heqê Eren Erdemê Parlamenterê CHPê yê berê da biryara derdestkirinê da, li ser vê Erdem li Enqereyê hat binçavkirin û anîn Stenbolê û lê vê derê hat girtin.
Erdem li Enqereyê binçav kirin û bi rêbejê sewqî Stenbolê kirin û anîn Qesra Edaletê ya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Erdem li vê derê derxistin Hakimtiya Cezayê Giran a 35an a Stenbolê û dadgehê der heqê wî da biryara girtinê da.
Erdem di dema hewla derbeyê ya 17-25ê berfanbarê ya FETOyê da Midiriya Weşana Giştî ya rojnameya Karşiyê dikir û di rojnameyê da dengên dereqanûnî hatibûn bidestxistin weşandibû. Der heqê Erdem da bi hinceta "her çiqasî endamê rêxistina terorî nebe jî bi zanatî û dilxwazî alîkarî daye rêxistinê" doz hatibû vekirin û ji bo vê ji 9,5 salan hetanî 22 salan ceza hatibû xwestin.
Eren Erdem wekî namzedê parlamenteriyê nehatibû nîşandan, bi hinceta hewla revîna dervayê welêt li balafirgehê rêya wî hatibû birîn, ji ber îhtimala revînê der heqê wî da biryara derdestkirinê hatibû dayîn.
Dadgeha Cezayê Giran a 35an ya Stenbolê daxwaza serdozgeriyê nirxand û biryar da ku Erdem were derdestkirin.
Erdem li gor vê biryarê li Enqereyê hatibû binçavkirin û îro ber destê sibê jî anîbûn Stenbolê.