04 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
DENIZLI
Li Denizliyê ji 27 mamosteyên ku di çarçoveya lêpirsîna li ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da hatibûn binçavkirin 20 kes hatin girtin.
Karûbarên li ewlekariyê yê 27 mamosteyên ku di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Denizliyê rêva dibe bi hinceta bikaranîna "Bylock"ê hatibûn binçavkirin hat temamkirin û paşê sewqî dadgehê kirin.
Ji şikbarên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kiribûn 20 kes ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" hatin girtin, 7 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Serdozgeriya Komarê ya Denizliyê di çarçoveya lêpirsînê da der heqê 34 mamosteyan da biryara binçavkirinê dabû, ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Denizliyê 27 maosteyên ku ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin binçav kiribûn.