Nihat Kavşut
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
KÎŞÎNEV
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Di şerê hevbeş yê dijî FETOyê da hêviya gelê Tirk ew e ku dostên me yên ji Moldovayê alîkariya hewce dike bidin. Ji bona kesên dixwazin vê têkoşîna rast qirêj bikin rûreş derkevin bang dikim ku li gor dostaniya Tirkiye û Moldovayê em tevbigerin."
Erdogan û Îgor Dodonê Serokomarê Moldovayê piştî hevdîtina li Qesra Serokomariyê daxuyanî dan rojnamevanan.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da diyar kir di şerê hevbeş yê dijî FETOyê da hêviya gelê Tirk ew e ku dostên me yên ji Moldovayê alîkariya hewce dike, bidin û wiha got: "Ji bona kesên dixwazin vê têkoşîna rast qirêj bikin rûreş derkevin bang dikim ku li gor dostaniya Tirkiye û Moldovayê em tevbigerin."
Erdogan der barê FETOyê da destnîşan kir FETO rêxistina terorê ye ku bi taybetî Artêşa Tirkiyeyê û di nav polês, daraz û hemû meqamên dewletê da bi cî bûye û got ev rêxistina terorê îhtimal heye li Moldovayê jî heman tiştî bike û di nav dewletê da bi cî bibe.
Serokomar Erdogan destnîşan kir du bankeyên dewletê, Bankeya Halkê û Bankeya Ziraetê personelên xwe şandin û li vir xebatekê kirin û got di demeke kurt da bankeyek yan jî du banke wê li Moldovayê şaxên xwe vekin.