Haydar Şahin
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
KARS
Li Qersa ji bajarên herî girîn ên lê hingiv tê derxistin ji ber şiliyê îsal rekolteya hingiv qasî nêvî daket.
Ji xêncî navenda bajêr, li navçe û gundên ji 2 hezar mêtreyî bilindtir floraya nebatan dewlemend e û gelek nebatên endamîk li herêmê hene, mozên hingiv bi van nebatan hingiv çêdikin.
Li bajarê ji bo hingiv girîng e îsal ji ber barana bi taybetî havînê barî kesên karê hingiv dikin di tengasiyê da hîşt. Li bajêr moz ji ber şiliyê derneketin û hingiv çênekirin, ji ber vê jî rekolte gelekî kêm bû.
Adem Ertaşê Serokê Odeya Zîraetê ya Qersê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di karê mozvaniyê da şert û mercên hewayê zehf girîng in.
Ertaş got, "Dema bayê qibleyê an jî bayê bakur rabe pêşiyê moz di tesîrê da dimînin. Sedema vê jî nektara di kulîlkan da ye, dema ji başûr ra ba rabe nektar hişk dibe, dema ba ji bakur ra rabe hewa sar dibe û kulîlk nektarê dibirin û moz nikarin jê îstifade bikin."
Ertaş diyar kir ku di şiliyê da moz nikarin bifirin û hingiv kêm dertê û wiha axivî:
"Dibê hewa xweş be ku mozvan heyameke bi ber û bereket derbas bikin. Ji ber ku baran zêde barî mozan jî randiman hilnedan. Lewra mozên ku her roj nefirin û nektarê kom nekin nikarin hingiv çêbikin. Ev jî kêrî mozvanan nayê. Mozên ku di baranê da derneketin derva her tim oxil dan û bi hêkên xwe ra eleqedar bûn ji ber vê jî hingiv çênekirin. Îsal serê kevarê 12-13 kîlo rekolte çêbû."
Ertaş destnîşan kir ku li Qersa ji bo çêkirina hingiv navend e îsal rekolte ji sedî 50 daket.