Nihat Kavşut
06 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Giştî ya AK Partiyê di Civîna Serokên Bajaran da axivî û ji bona hilbijartina herêmî ya di 31ê Adara 2019an da namzedên şaredariyê yên 14 bajaran eşkere kir.
Serokomar Erdogan der barê serdana Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê ya li Almanyayê da wiha got: "Çi çaxê hilbijartin hebe ev şexs diçe Almanyayê û di serdana xwe ya dawîn da jî tevlî hin civînan bûye û bi hin kesan ra axiviye. Wextê em li civînên beşdar bûye û kesên bi wan ra axiviye dinihêrin rewşeke cuda derdikeve holê."
Erdogan ji bo Îtifaqa Cumhur da jî got wê xebatên xwe wisa bimeşînin ku zirarê nedin Îtifaqa Cumhur û wiha axivî: "Wek herdu serok em ê bicivin, biryara xwe ya dawîn bidin û ciyên ku mane jî em ê eşkere bikin."
Namzed û bajarên ku ji hêla Serokomar Erdogan va hatin eşkerekirin ev in:
1- Namzedê Şaredariya Agiriyê Savci Sayan
2- Namzedê Şaredariya Aksarayê Enver Dinçer
3- Namzedê Şaredariya Bilecikê Nîhat Can
4- Namzedê Şaredariya Erzincanê Cemalettîn Başsoy
5- Namzedê Şaredariya Edirneyê Koray Uymaz
6- Namzedê Şaredariya Îdirê Adil Aşirim
7- Namzedê Şaredariya Ispartayê Şukru Başdegirmen
8- Namzedê Şaredariya Qersê Ensar Erdogdu
9- Namzedê Şaredariya Kirşehirê Yaşar Bahçecî
10- Namzedê Şaredariya Kutahyayê Ahmet Samî Kutlu
11- Namzedê Şaredariya Sêrtê Alî Îlbaş
12- Namzedê Şaredariya Tunceliyê Gokhan Arslan
13- Namzedê Şaredariya Mezin ya Wanê Necdet Takva
14- Namzedê Şaredariya Zonguldakê Omer Selîm Alan
Bi 14 bajarên dawîn Serokomar Erdogan heta niha li 74 bajaran namzedên AK Partiyê eşkere kirine.