13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 14 Hezîran 2016
PARİS
Dîrektorê Futbola Tirkiyeyê Fatih Terim piştî têkçûna di yekemîn misabeqeya Gruba Dya Şampiyonaya Futbolê ya Ewropayê ya 2016ê (EURO 2016) li hember Xirwatistanê axivî.
Terim piştî misabeqeya ku li Yarîgeha Parc des Princesa Parîsa Paytexta Frensayê hat kirin, anî ziman ku di nîveka duyema misabeqeya ku bi skora 1-0ê zora wa çû da rikaberên wan baştir dileyistin.
Terim ji ber serkeftina wan pîrozbahî li Xirwatistanê kir û got, nîveka yekem baş bû me serbiser rikaberî kir, lê di nîveka duyema da Xirwatistanê ji me baştir leyist. Mixabin destpêkên tûrnûvayan li me nayên. Em gelekî li ber xwe ketin, emê vê ji xwe ra bikin ders. Min hêvî nedikir em hewqas bê serûber û belawela bileyizin."