Muhammet Kurşun
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2017
ANKARA
Cîgirê Serokwezîr û Gotebêjê Hikûmetê Bekir Bozdag got: "Ji ber vê biryara neheq, neadil, îxlala biryarên Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî em Amerîkayê şermezar dikin. Ev biryar ji bo me di hikmê nebûnê de ye. Mecbûriyeta Misilman û welatên Îslamî heye ku li statuya Qudsê xwedî derkevin."
Bozdag, li ser hesabê Twitterê biryara Trump li ser Qudsê rexne kir.
Cîgirê Serokwezîr û Gotebêjê Hikûmetê Bekir Bozdag cih da van îfadeyan: "Ji ber vê biryara neheq, neadil, îxlala biryarên Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî em Amerîkayê şermezar dikin. Ev biryar ji bo me di hikmê nebûnê de ye. Mecbûriyeta Misilman û welatên Îslamî heye ku li statuya Qudsê xwedî derkevin."
Bozdag wiha nirxandin kir: "Biryara Serokê Amerîkayê Trump, li dijî rastiyên herêmê û statuya tarîxî ya Qudsê ku li gor peymanên navneteweyî hatiye diyarkirin e. Amerîka û Serokê Amerîkayê ku ev biryar dan, ji hemû neyêniyên li herêmê biqewimin berpirs in."