Fatih Gazioğlu
01 Mijdar 2018•Rojanekirin: 01 Mijdar 2018
WASHINGTON
Alîkarê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Robert Palladîno li ser bombebarankirina Tirkiyeyê ya dijî kozikên YPG/PKKya rêxistina terorê da wiha got: "Tirkiye endamê NATOyê ye û hevkarê koalîsyona dijî DEAŞê ye. Ewlehiya sînorê Tirkiyeyê ji bo me jî girîng e."
Alîkarê Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Robert Palladîno civîna çapemeniyê li dar xist û li ser hin mijarên rojevê axivî.
Palladîno li ser bombebarankirina Tirkiyeyê ya li ser xeta sînorê Sûriyeyê got ku li herêmê dibe ku eskerên Amerîkayê jî li wê derê bin û ev jî bona ewlehiya eskerê wan rîsk e û wiha axivî:
"Em endîşeya Tirkiyeyê ya ji bo sînor fehm dikin. Tirkiye û Amerîka divê vê meseleyê îstîşare bikin û bikordîne hereket bikin. Tirkiye endamê NATOyê ye û hevkarê koalîsyona dijî DEAŞê ye. Ewlehiya sînorê Tirkiyeyê ji bo me jî girîng e."