06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Êşa dê û bavê Yasîn Boruyê ku di bûyerên 6-7ê Cotmehê yên ku li ser banga Lijneya Navendî ya HDPyê 2 sal berê bi hinceta Kobaniyê dest pê kirin da hat kuştin, dewam dike.
Di 6-7ê Cotmeha 2014an da Yasîn Boru û hevalên wî yên bi navê Hasan Gokguz, Huseyîn Dakak û Riyat Guneş dema goştê qurbanê belav dikirin di bûyeran da hatin kuştin.
Malbat hê jî êşa zarokên xwe yên ku du sal berê hatin kuştin ji bîr nakin.
Hatîce Boruyê diyar kir ku di 6-7ê Cotmehê da kesên sergirtî û birû bûn hedef û wiha got: "Doza wan ji bo kurdan nîne. Yasîn û hevalên wî misilman bûn û dema goştê qurbanê belav dikirin hatin şehîtkirin. Ez xeyal û xetireya kurê xwe li malê zindî dihêlim. Tim ji du zarokên xwe yên din ra qala Yasîn dikim."
- "Dixwazim Demirtaş û yên din jî bên darizandin"
Boruyê diyar kir ku di doza Yasîn Boru da parêzerên bersûcan dixwazin bi hinceta FETOyê dozê aliyê xwe va kaş bikin û wiha got: "Demirtaşê Serokê Giştî yê HDPyê bang kir ku derkevin kuçeyan. Yên ku ev hovîtî kirin alîgirên PKKyê bûn. Dixwazim Demirtaş û yên din jî bên darizandin"
Fikrî Boruyê bavê Yasîn jî diyar kir ku divê bûyerên ku 6-7ê Cotmehê qewimîn bên rojevê û got ku em dixwazin yên ku derketin kolanan bên darizandin û biavêjin hepsê.