06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2016
HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Sefîn Dizeyî got ku kampa perwerdeyê ya Başiqa û Duberdanê ku li nêzî Mûsilê ne û leşkerên tirk lê polêsê Mûsilê û hêzên xwebexş perwerde dike, di çarçoveya agahî û rizaya hikûmeta navendî ya Iraqê û Wezareta Parastinê da hatine avakirin.
Dizeyî di daxuyaniya xwe ya li ser malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê da wiha got, "Piştî ku êrîşên rêxistina terorê DAEŞê gur bûn, digel hêzên hevpeymanê gelek welatî di mijara alîkariya leşkerî û perwerdekirin û techîzatkirina efseran da piştgirî da. Di vê çarçoveyê da bona perwerdekirina polêsê Mûsilê û hêzên xwebexş, li nêzîkî parêzgeha Mûsilê li devera Başiqa û Duberdanê di çarçoveya agahî û rizaya hikûmeta navendî ya Iraqê û Wezareta Parastinê da du kamp hatin avakirin."
Dizeyî destnîşan kir ku di sefheya avakirina kampên navborî da hikûmeta herêmê alîkarî pêşkêş kir û wiha got, "Li ser vî esasî pisporên leşkerî yên tirk jî dest pê kirin û li herdu kampan perwerdeya leşkerî dan polêsê Mûsilê û hêzên xwebexş."
Dizeyî da bibîrxistin ku Wezîrê Parastinê yê Iraqê jî kampên navborî ku leşkerên tirk lê ne, ziyaret kirin û wiha got, "Ji xeynî van geşepêdanan haya Serokatî û hikûmeta Kurdistanê ji bernameyeke din tuneye."