06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Navenda Giştî ya TOBBê beşdarî 9emîn Şuraya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Tirkiyeyê bû û li wir axivî.
Yildirim behsa armanca Operasyona Mertalê Feratê kir û wiha got: "Armanca Operasyona Mertalê Feratê ewlehiya sînorên Tirkiyeyê, mal û canê welatiyên me yên ku li herêmê dijîn parastin e. Heta niha qadeke qasî hezar kîlometroyî ji terorê hatiye paqijkirin û xwediyê eslî, penaberên ji Sûriyeyê li vir cih bûn."
Serokwezîr Yildirim der barê biryara Meclisa Iraqê de jî wiha axivî: "Hikûmeta Iraqê çi dibêje bila bibêje, ji bo têkoşîna li hember DAEŞê û ji bo ku pergala demografîk a li herêmê bi zorê neyê guherandin Tirkiyeyê wê li wir be. Hidûdên Iraqê ya Tirkiyeyê 350 kîlomêtroyî zêdetir e. Ev 30-35 sal in rêxistina terorê PKK li Iraqê ye û serê Tirkiyeyê diêşîne. Rêvebiriya herêmê ya Iraqê heta îro tu tevdîr nedît. Ji 63 welatên cuda yekîneyên leşkerî ji bo li hember DAEŞê têkoşînê bidin li wir in. Iraqê hemû van tiştan avêtiye aliyekî û hebûna Tirkiyeyê ya li wir nîqaş dike ku ev jî tiştekî belahewa ye. Ev tu carê nayê meneya niyeteke baş."
Yildirim anî ziman ku armanca wan ew e ku li heremê zêdetir xwîn nerije û wiha dewam kir: "Armanca me ew e ku zêde êş û azarên mirovî neyên kişandin, zêdetir xwîn nerije û li heremê rê li ber bûyerên bilez bên girtin. Gelek welatên ku karê wan divê Iraqê tunebin li wir in, lê ji Tirkiyeya ku bi kurahiya dîrokê de her tim li heremê cih girtiye re gotinên tevşo mevşo gotin, ne hedê hikûmeta Iraqê ye."
"Divê yekîtiya axên Sûriyeyê bê parastin"
Yildirim behsa yekîtiya axên Sûriyeyê kir û wiha got: "Ji bo ku rewşa Sûriyeyê normal bibe me ji cihekî dest pê kir. Em bendê ne ku welatên din jî berpirsyariyê hildin li ser stûyê xwe ku yekîtiya axa Sûriyeyê bê parastin, hemû nijad bi hev re bijîn û rêvebiriyeke ku her kes bikaribe bê temsîlkirin ava bibe."