19 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
ÎSTANBUL
Di pêşbirka mêran a Tûrnûvaya Tenîsê ya BNP Parîbas Indian Wellsê da Roger Federer, Jack Sock 2-0 têk bir û derket fînalê.
Tûrnûva ji aliyê Yekîtiya Tenîsvanên Profesyonel (ATP) va li Kalîforniyaya eyaleta Amerîkayê hat lidarxistin. Di nîvfînala yekmêrî da Federerê swêdî û Sockê amerîkayî hatin hemberî hev.
Federer reqîbê xwe 2-0 têk bir û derket fînalê.
Federer dê di fînalê da bi Stan Wawrînka ra bileyîze.