Fatih Gazioğlu
31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
ANKARA
Sererkan Orgeneral Hulusî Akar, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Yaşar Guler û Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz ji bo hin kontrol û lêkolînan yekîneyên leşkerî li Diyarbekirê ne.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, Sererkan Orgeneral Akar û fermandarên yekeyan çûn Diyarbekirê.
Sererkan Akar li Diyarbekirê ewil yekîneyên leşkerî ziyaret kir û paşê jî çû dîtina Hasan Basrî Guzelogluyê Waliyê Diyarbekirê.
Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Yaşar Guler û Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasam Kuçukakyuz jî digel Orgeneral Hulusî Akar in û yekîneyan ziyaret dikin.